07 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Yildirim: "Vî gelê ku li Çanakkaleyê û di Şerê Rizgariyê da destan nivîsand, bi heman awayî destana 15ê Tîrmehê jî nivîsand. 15ê Tîrmehê Şerê Rizgariyê yê duyemîn e."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di "Mitînga Demokrasî û Şehîtan" a ku li Meydana Mitîngê ya Yenîkapiyê da xeberda.
Yildirim destnîşan kir ku li Stenbolê careke din dîrok hat nivîsandin û wiha got: "Ez malbatên kesên ku şehît ketin silav dikim."
- "Em îro tev bi hev ra Tirkiye ne"
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Ev kesên ku çav berdane nanê me ne, em li vir îro tev bi hev ra Tirkiye ne."
"15ê Tîrmehê Şerê Rizgariyê yê duyemîn e"
Yildirim diyar kir ku di 15ê Tîrmehê da em bi hewldaneke dagirkirinê ra rû bi rû man û wiha dewam kir: "Bêbextên FETOya rêxistina terorê xwestin şeva 15ê tîrmehê welêt dagir bikin û em bi hewldaneke dagirkirinê ra rû bi rû man. Ji ser me da balafir firiyan, tank ketin nav kuçe û kolanan û terorîstên ku cilên leşkeran li xwe kiribûn gule berdan gel. Serokomarê me bangî gel kir ku derkevin derva. Dîsa sela hatin xwendin û azan hat dayîn."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku 5ê Tîrmehê Şerê Rizgariyê yê duyemîn e û wiha dewam kir: "Vî gelê ku li Çanakkaleyê û di Şerê Rizgariyê da destan nivîsand, bi heman awayî destana 15ê Tîrmehê jî nivîsand. 15ê Tîrmehê Şerê Rizgariyê yê duyemîn e. Hemd ji Xwedê ra bi saya şehîtên me yên ku ketin erdê, îro em li ser vê axê bi şeref, serxwebûn û biratiya xwe bi hev ra dijîn. Wê biketine ciyê leşkerên Tirkiyeyê û welatê me dagir bikirana. Wê dest danîna ser îradeya vî gelî. Xwedê şeran dike xêr, bi her derbeya ku em namirin, em bihêztir dibin. Wekî ku îro em li vir in."