01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Di operasyona hewayî ya balafirên şer ên hêzên koalîsyona navneteweyî û gulebarana rokêtavêj û obusan da li bakurê Helebê kozikên DAEŞa rêxistina terorê ku xwe amade dikirin gule berdin Tirkiyeyê hatin îmhekirin û li gor agahiyên ewil 14 endamên DAEŞê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê do hat tesbitkirin ku hin hedefên DAEŞê yên li Sûriyeyê xwe amade dikin ku êrîşî Tirkiyeyê bikin.
Hat diyarkirin ku li ser vê di çarçoveya muqabeleyê da bi rokêtavêj û obusan gule berdan hedefên ku li bakurê Helebê ne. Hat destnîşan kirin ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî li herêma Kafer Kalbaynê operasyona hewayî kirin.
Li gor agahiyan di encama êrîşên balafirên şer ên hêzên koalîsyona navneteweyî û gulebarana rokêtavêj û obusan da li gor agahiyên ewil 14 endamên DAEŞê hatin kuştin û tankek, kozikeke hewanê, 3 wesaît û avahiyeke baregehê hatin îmhekirin.