Elif Orhan
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ANKARA
Hasan Îsmaîl H.yê kujerê Ceren Damar Şenelê lêkolînera Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankayayê hat girtin.
Hasan Îsmaîl Hyê ku bi hinceta Şenela lêkolînera ku li Fakulteya Hiqûqê şêwirmendiya teza xilaskirinê dike duh pêşî ji zikê wê pişt re jî ji lingê wê da ber kêran pişt re jî bi demanceya bavê xwe yê polêsê teqawîd da ber guleyan û kuşt hat binçavkirin piştî miameleyên îfadeyê yên li Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê sewqî dadgeriyê hat kirin.
Hasan Îsmaîl H. piştî miameleyên li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê ya Nobedar hat kirin û hat girtin.
O.Hyê bavê Hasan Îsmaîl H.yê ku di çarçoveya lêpirsînê de bi hinceta ku xwediyê çeka aletê sûcê ye hatibû binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.