09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
SÎÎRT (AA) - Li Sêrtê berpirsyarê bajêr a YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hat tespîtkirin ku S.T ji bo ku li taxên hawirdor ên Sêrtê xendeqan bikolin û amadehiyên kirina çalakiyên sansasyonel bike ji Wanê hatiye û polêsan operasyon birin ser navnîşana S.Tyê ya li Taxa Barişê.
Polêsên li Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re û Herekata Taybet peywirdar in beşdarî operasyonê bûn. Di operasyonê de S.T hat binçavkirin li malê plana çalakiyê ya rêxistinê û gelek melzemeyên ku di çêkirina teqemeniyê de tên bikaranîn hat bidestxistin.
Hat ragihandin ku S.T ew kesê ku bombeya ku di 4ê îlonê de danîbûn ber Dibistan û Dibistana Navîn a Sala 75emîn a li Taxa Barişê ya ku dema hêzên ewlehiyê ew îmha kirin çaleke bi qasî 2 metroyan çêbû, ye.