13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
MADRÎD
Di hefteya 15an yan Lîga Fitbolê ya 1ê ya Îspanyayê da beriya pêşbirka Villarreal-Atletico Madrîdê ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê da mirin rêz nîşan dan.
Beriya pêşbirkê her du taxim û hekemên pişbirkê ketin milên hev û li nava sahayê qasî deqîqeyekê ji bo rêzê sekinîn. Alîgirên taximan jî rabûn pê û tevlî rêzê bûn û di ekrana Stada El Madrîgalê da jî nivîsa "Li dijî tundiyê yekîtî. Ji bo mexdûrên êrîşa terorê ya li Stenbolê rêz." hat nîşandan.
Li Îspanyayê bi biryara saziya Lîga Fitbola Profesyonel (LFP) va di hemû pêşbirkên La Lîga û yên Lîga 2yan da ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê da mirin qasî deqîeyekî helwesta rêzê nîşan dan û li dijî êrîşên terorê piştgirî dan.
Di pêşbirkê da Vîllarrealê li sahaya xwe 3-0 ji Atletîco Madrîdê bir.
Trigueros (Dq. 28), Jonathan Dos Santos (Dq. 38) ve Roberto Soriano (Dq. 90+3) golên Vîllarrealê avêtin.