05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li 10 taxên Liceya navçeya Diyarbekirê derketina derva hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê ji bo ku endamên rêxistina terorê bên kuştin, baregeh, depo û stargehên wan bên îmhekirin û alavên wan bên bidestxistin li Liceyê operasyonê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li taxên Kayacik, Ortaç, Yalaza, Tepe, Arikli, Serînce, Çagdaş, Uçari, Dîbekkoy û Yolçatiyê îro ji saet 05.00an pê va heta emrekî duyemîn derketina derva hat qedexekirin.
Hat gotin ku operasyon ji ber can û malê welatiyan bê parastin dewam dikin û ji ber vê girîng in.