05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
KONYA
Li Akşehîra navçeya Konyayê banê cihê bazarê ket, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Banê bazara semtê ya rojên pêncşemê li navenda navçeyê tê vekirin, ji ber berfa ku li ser kombûbû, danê sibê ket.
Hin esnaf û welatiyên ku ji bo danûsitandinê hatibûn bazarê di bin hesin û berfê de man.

Li ser agahiyê ekîbên ambulans û agirkujê sewqî cihê bûyerê kirin. Ji bo xilaskirina yên di bin enqazê de man xebat dewam dikin.
Qaymeqam Yalçin Sezgînê ku hat cihê bûyerê, xebatan ji nêz ve teqîb dike.
Sezgîn got ku 4 kesên ku ji bin enqazê hatin derxistin rakirin nexweşxaneyê û diyar kir ku hê di bin enqazê de însan hene û xebatên xilaskirinê dewam dikin.

Serokê Şaredariya Akşehîrê Salîh Akkaya hat cihê bûyerê û xebatan ji nêz ve dişopîne.

Akkaya ji nûçegihanê AAyê re got ku birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê tên tedawîkirin û wiha dewam kir:
"Hin cihên birîndaran şikiyane. Talûka mirinê tune ye. Banê cihê bazarê ji ber berfê tep bû. Li gor tespîtan kes binê enqazê de tune ye. Lê tevî hemî îhtîmalan xebatên lêgerînê dewam dikin."