18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku li 13 gundên Liceya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat îlankirin
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ji bo bêçalakkirna endamên rêxistina terorê yên li çiya û daristana Licê, tesbîtkirina sitargeh, kozik, depo û holêkên wan, zeftkirina amûrên wan li herêma bakurê bajêr operasyonê bê kirin.
Ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê gelê li herêmê li gor Qanûna Îdareya Bajêr li gundên Yamaçli, Yalimli, Buyukçax, Saydamli, Bayirli, Seyrek, Yeşîlburç, Konuklu, Kiliçli, Akçabudak, Ulucak, Yorulmaz û Baharlara ji saet 10.00î pê va qedexeya derketina derva hatiye îlankirin, rabûna qedexeyê jî ew ê careke mayîn bê eşkerekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku guhdayîna qedexeyê ji bo can û malê gel mihîm e.