25 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
MARDÎN
Hat ragihandin ku di navçeyên Omerlî (Masertê), Midyad û Nisêbînê di 13 taxan de derketina derve hat qedexekirin.
Walîtiyê daxuyand ku ji bo ewlehiya can û malê gel bê parastin, endamên rêxistina terorê bên kuştin, sitargeh û depoyên wan bên xirabkirin, xebat tên kirin.
Hat gotin ku îro ji saet 10.00an pê ve li navçeya Omerliyê li taxên Îkîtepe (Kersivanê), Unsalli (Sada) û Kovanliyê (Miştînê), li navçeya Midyadê li taxa Kutlubeyê (Tinatê) û li navçeya Nisêbînê jî li taxên Pinarbaşi (Serê kaniyê), Çalikoy (Çalê), Kuyular (Cibilgirawê), Yavrukoy (Kurikê), Îlkadim (Hebîsê), Karacakoy, Dalliagaç (Herbê) û Doganliyê (Talatê) heta emreke duyemînderketina derve hatiye qedexekirin.