Fatih Gazioğlu
14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
ANKARA
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sucên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiyê Enqereyê, dijî şikbarên FETOyî yên ku bernameya ByLockê bi kar anîne li 19 bajaran di heman dem da operasyon kir. Tîman di encama operasyonê de ji 100 xebatkarên emniyetê yên ku beriya vê bi KHKyan hatibûn îxrackirin, 63 kes binçav kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên emniyetê hildan, di çarçoveya lêpirsîna dijî FETO/PDYyê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê va tê meşandin de hat tespît kirin ku gelek xebatkarên emniyetê yên berê bernameya ByLockê bi kar anîne.
Li ser vê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sucên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiyê Enqereyê li 19 bajaran di heman demê da operasyon da destpêkirin.
Di encama operasyonan de 37 arîkarên midûrên emniyetê yên berê jî di nav de bi tevahî 63 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ji bo şikbarên din jî operasyon dewam dikin.