Abdullah Tel,Nihat Kavşut,Haydar Şahin,Fatih Gazioğlu
14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
ÎDLIB
Şêniyên Maaret Numan a navçeya Îdliba ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji bo çavdêriya agirbesta rejima Sûriyeyê bike li wir e wisa û bawer dikin bi saya nêrîna dostane ya Tirkiyeyê wê ji tehdîdên herêmê bên parastin.
Sivîlên li Maaret Numanliya ku ji bo êrîşên hewayî yên rejima Esed wek hedef e û li başûrê Îdlibê dikeve întiqala TSKê ya herêmê ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin.
Ji şêniyên navçeyê Mihemed Eldayê 23 salî destnîşan kir ku hêviya wan ew e bi hatine TSKê ew aloziya li herêmê biqede, şert û mercên ji bo jiyanê çêtir bibin û êrîşên hewayî yên li ser navçeyê jî kuta bibin.
Elday di axaftina xwe da got ku li herêma wan her roj mirin û kuştin diqewimin û wiha pê da çû: "Heke tirk neyên ev rewş wê dewam bike. Li ser vê axê ji PKKê ra cih tuneye. Ne rejim ne DEAŞ û ne jî PKK ji wan tu yek wê li van deran nemînin."
- "Întiqala Tirkiyeyê ya ji bo Îdlibê rewşeke ji nişka ve hatiye nîne"
Mistefa Tumayê 45 salî jî diyar kir ku ew li ser navê şêniyên Maaret Numayê ji eskerên Tirkiyeyê ra spas dike û wisa dewam kir: "Înşeallah bi hatina artêşa Tirkiyeyê va wê êrîşên li vê derê kêm bibin. Gel wê çêtir bibe, rihet bike, di ewlehiyê da be. Înşeallah emê ji van balafiran xilas bibin. Li herêmê pêşveçûn pêk bê û derfetên kar hebin. Emê ji zaliman xilas bibin."
Ebdulxefûr Zikriyê 25 salî destnîşan kir hêvî dike hatina Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê û wiha got: "Daxwaza me ji Xwedê ew e bi hatina Tirkiyeyê rewş baştir bibe. Em dixwazin heyat normalîze bibe."
Zikrî der barê talûkeya PKK/PYDya rêxistina terorê ya li ser Îdlibê da wiha got: "Li vir bingeha PKKyê tuneye. Wê nikaribin bên. Bi hatine leşkerên Tirkiyeyê wê herêmên ewle çêbin û êrîşên dijî sivîlan biqedin."
Ebdulxefûr Zikrî destnîşan kir ji bo îstiqrar û aştiya herêmê hebûn Tirkiyeyê girîng e.
- Heke PKK herêma dagir bike facîeyeke mezin çêbe"
Şerîf Rahumê mamoste yê 46 salî bi bîr xist ku têkiliya gelên Tirkiye û Sûriyeyê digihêje demên berê, gelek kesên ku li herêmê dijîn bi çavekî baş li leşkerên Tirkiyeyê mêze dikin.
Rahum wiha axivî: "Tirkan hetanî nika çi kirin jî li gor cînartiya baş kirin. Em bi sedan sal in bi tirkan ra dijîn. Ji ber vê hezkirina di navbera herdu gelan da tiştekê teze nîne. Lêbelê heke PKK herêma me dagir bike wê çaxê facîeyeke mezin çêbe. Lewra PKK komek e ku jê nayê hezkirin. PKK îspat kiriye ku rêxistina terorê ye. Heke têkeve herêmê ew ê li herêmê pirsgirêk derkevin."
Herî dawîn di 8ê cotmehê da êrîşî ciyê bazarê ya li Maaret Numana li başûrê Îdlibê kiribûn û di êrîşa ji hewayê da 12 sivîl hatibûn kuştin.
- Sewqiyeta leşkerê ew ê dewam bikin
TSKê pêr leşker sewqî Îdliba bajarê Sûriyeyê kiribû, hat ragihandin ku sewqiyatê bi navber dewam bike.
Endamên TSKê di gava ewil da li hin ciyên nêzî Efrîna di konrola PKK/PYDya rêxistina terorê da bi cî bûn.
Li Sûriyeyê întiqala TSKê ya ku bi agirbesta bi Rûsya û Îranê ya ku di çarçoveya peymana Astanayê hatibû kirin wê li ser xeta sînorê Îdlib û Efrînê dewam bike.
Li gorî vê peymanê TSKê wê ji 10 herêman zêde ciyan de ciyên çavderiyê ava bike.
Endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya li Îdlibê de wê di çarçoveya Pêvajoya Astanayê de cih bigirin.
Tirkiye wê di nav sînorên Îdlibê de, Rûsya jî wê dervayî Îdlibê cih bigire û ciyên çavdariyê ava bikin. TSK jî ji bo tesîskirina agirbestê, pêkanîna domandina çavdêriyê wê bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) re di çarçoveya kordînasyonekê de bi hev ra bixebitin.