18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Li 7 gundên Lice, Hanî û Kocakoya navçeyên Diyarbekirê ji ber operasyona ku wê li dijî PKKya rêxistina terorê were kirin, qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, li gundewariya navçeyên Lice, Hanî û Kocakobi bi mebesta nehiştina terorîstên PKKyî û tevkarên wan, jinavbirina sipartgeh, depo û kozikên balafirşikênan û desteserkirina alavê wan, operasyonê were kirin.
Herêmên ku wê operasyon lê werin kirin, ji bo ku zirar negihêje can û malê gel, li gundên Guçlû û Gokçeya Licê, Kirim, Gomeç û Yayvana gundên Haniyê û Yazikoy û Şaklata gundên Kocakoyê ji 18ê berfanbarê saet 05.00î pê va derketina derva hat qedexekirin.