İbrahim Atmaca
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
ADIYAMAN
Midûrê Bajêr yê Xida, Çandinî û Heywandariyê ya Adiyemanê Adil Alan got: "Di sala 100emîn a Komara me da, hedefa me 100 hezar kewar in. Îro li gor qeydên fermî 72 hezar kewarên me hene."
Di çarçoveya projeya "Li Navçeya Navend a Bajarê Adiyemanê Ji bo Cihên ku Nayên Avdan Piştgiriya Fealiyetên Mêşvaniyê û Têkoşîna Nexweşiya Mêşên Înovatîf" da li 41 cotkaran her yekî 20 kewar hatin belavkirin. Serokatiya Îdareya GAPê projeyê fînase dike û Midûriya Xida, Çandinî û Heywandariyê ya Adiyemanê projeyê dimeşîne.
Bernameya belakirina kewaran li avahiya pêvek a Midûriya Bajêr ya Xida, Çandinî û Heywandariyê hat lidarxistin. Midûrê Bajêr Adil Alan di bernameyê da axivî û diyar kir, bi projeya ku hat amadekirin va wan li mêşvanan 820 kewar bela kir.
Alan got ku li 41 cotkaran her yekî 20 kewar hatin belakirin û wiha dewam kir:
"Di sala 100emîn a Komara me da, hedefa me 100 hezar kewar in. Îro li gor qeydên fermî 72 hezar kewarên me hene. Em ê îro li 41 mêşvanan nêzî hezarî kewaran bela bikin. Wek Ajansa Pêşketinê ya Îpek Yoluyê, Îdareya GAPê, Midûriya Bajêr çi ji destê me tê em dikin."
Piştî axaftinê li 41 cotkaran her yekî 20 kewar hatin belavkirin.