Nihat Kavşut
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
ANKARA
Koma Meclisê ya AK Partiyê di hilbijartina 24ê Hezîranê da ji bona namzediya serokomariyê ya Recep Tayyîp Erdogan biryara komê hilda.
Serokê Koma Meclisê ya AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim, "Namzedê me namzed û zilamê gel e. Wek AK Partî piştî civîna komê ya ji çapemeniyê ra girtî hat kirin bi biryara ku hat hildan em Recep Tayyîp Erdoganê pêşengê Tirkiyeyê, parêzvanê mezlûman û hezkiriyê Tirkiyeyê wek namzedê serokomariyê eşkere dikin."
Serokwezîr Yildirim û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî serlêdana namzediya Serokomar Erdogan wê sibê di saet 11.00an da bi hev ra li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bikin.