Önder Beyter
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
ADIYAMAN
Li Adiyemanê mensûbên rêxistina terorê PKKyê, çaxê ku wesayîta eskerî derbas dibû, bi bombeyê va êrîş kirin û di encamê da çawişekî pispor birîndar bû.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê wergirt, mensûbên rêxistina terorê agir berdan şantiyeke kana mermerê ya nêzîkî gundê Kaşê yê li ser navendê.
Li dijî zirîxpoşa cendirmeyên ku li ser îxbarê diçûn ciyê bûyerê, li nêzîkî kana mermerê êrîşa bibombe hat kirin.
Di encamê da di zirîxpoşê da xesar çêbû û çawişekî pispor jî birîndar bû. Eskerê birîndar rakirin Nexweşaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Adiyemanê.
Hêzên ewlekariyê li herêmê dest bi operasyonê kirin.
Ji aliyekî din va jî hat destnîşankirin, di şantiyeya ku agir berdanê da xesar çêbû.