Fatih Gazioğlu
03 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
AGRI
Li Agiriyê Pêşbaziyên Ciwanan a Gulaşê (Koma B ya zilaman) ya Serbest û Grekoromen dest pê kir.
Organîzasyon bi destê Midûriyeta Spor û Ciwantiyê ya Agirî û Federasyona Spora Mekteban ya Tirkiyeyê tê lidarxistin.

Ji bo pêşbirkan ji Agirî, Erdexan, Artvîn, Bidlîs, Elezîz, Erzirom, Mûş, Sêrt, Wan, Rîze û Hekariyê 210 werzişkar hatin bajêr û beşdarî pêşbirkan dibin.
Werzişkaran bi pankarta 'Em bi diayan û bi dilê xwe ligel eskerên xwe ne' derketin salonê.
Piştî xwendina Marşa Îstiklalê pêşbirkan dest pê kir. Pêşbazî wê sibehê piştî fînalan biqede.