Türkan Tosun
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ÎSTANBUL
Muzeya Stadyuma Galatasarayê ya li Stadyuma Turk Telekomê ya Alî Samî Yenê bi fermî hat vekirin.
Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Serokê Teşkîlata Spor Totoyê Mehmet Kasapoglu, Serokê Kluba Galatasarayê Mustafa Cengîz, Serokê Kluba Qeyserîsporê Erol Bedîr û gelek kesên din ên ji Galatasarayê beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê de Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak qordeleya muzeyê birî û axivî.
Bak got di vê muzeyê de xizmetên Galatasarayê yên ji sala 1905an vir va ji bo werzişa Tirkiyeyê kirine heye û ji ber vê ev muze ji hêla dîroka werzişa Tirkiyeyê ye va pir girîng e.
Wezîr Bak anî ziman li dervayî welêt muzeyên bi vî rengî di nav stadyuman de hene û wiha axivî: "Muzeyeke wiha li Stadyuma Turk Telekomê wê hebe. Zarok û ciwan ji bo ku bibînin Galatasaray klubeke çiqas mezin e, ji bo ku turîst bên vê derê ziyaret bikin ev der pir girîng e. Klubên me yên din jî xebatên xwe didomînin. Ji ber ku ez rojeke wiha girîng de bi we ra me, pir kêfxweş im. Ji bo malbata Galatasarayê û werzişa Tirkiyeyê li ser xêrê be."
Serokê Kluba Galatasarayê Mustafa Cengiz jî gor li ser navê Galatasarayê ev muze pir girîng e, lewra raburdiya 113 salan bi kurtî hatiye nîşandan.
Cengiz got Galatasaray xwedî 3500 kupaya ne, lê wan bi tenê 800 kupa aniye vê muzeyê û hemû serkeftinên ku hatine bidestxistin bi saya rakîban hatine bidestxistin.
Muzeya Stadyuma Galatasarayê wê sibê deriyên xwe ji welatiyan re veke.