25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
AGRI/KAHRAMANMARAŞ
Li Elaşgira navçeya Agiriyê û Afşîna navçeya Kahramanmaraşê welatî ji bo ku li hember hewldana derbeyê ya FETOyê bisekinin û bertekê nîşan bidin, nobedariya demokrasiyê didomînin.
Welatiyên ku li hember walîtiyê kom bûn Qur'ana Pîroz guhdar kirin û fikr û ramanên xwe nivîsandin deftera bîranînê ya ku wê bigîhîje Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Seroka Şaxa Jinan a Agiriyê ya AK Partiyê Edîbe Înan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku gel bi hev re li hember hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê sekiniye û wiha dewam kir: "Wek li hemû Tirkiyeyê li Agiriyê jî gelê me di 15ê tîrmehê de dîrok nivîsand. Gel eleqeyeke mezin nîşanî deftera bîranînê dide. Fikr û hestên xwe dinîvîsin. Em ê vê defterê ji Serokomarê me re bişînin."
Parlamenterê AK Partiyê yê Agiriyê Cesîm Gokçe jî li qadê bangî welatiyan kir û got ku gel derseke baş ya ku dîrokê de wek vê nehatiye dîtin da FETOyê û wiha axivî: "FETO 40 salan xwîna gel mêt. Zarok hildan û hişê wan çelqandin û qirêj kirin. Ew ji derxistin û wan bê kesayet hiştin."
- Elaşgir
Welatiyên ku li navçeya Elaşgirê dijîn jî li ber Avahiya Hikûmetê ya Elaşgirê kom bûn û nûçeyên dawî li ser pergala sînevîzyonê temaşe kirin, xwarina ku şaredariyê da xwarin.
Serokê Bajaroka Yucekapiyê ya Elaşgirê Îlhamî Zeyrek got ku ew her tim diayan ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re dike û wiha axivî: "Ev 10 roj in em xwedî li demokrasiyê derdikevin. Em xwarin û vexwarinê didin welatiyên xwe."
Qaymeqamê Elaşgirê Abdulkadîr Okay, serokên şaredariyan ên navçeyan, Serokê Bajaroka Yucekapiyê ya Elaşgirê Îlhamî Zeyrek, Serokê Navçeyê ya AK Partiyê Aytekîn Arslan û gelek kesên din jî bi welatiyan ve hatin li cem hev û nobedariya demokrasiyê domandin.
- Afşîn
Li Afşîna navçeya Kahramanmaraşê jî welatî ji bo ku li hember hewldana derbeyê ya FETOyê bisekinin û bertekê nîşan bidin, nobedariya demokrasiyê didomînin.
66 mixtarên navçeyan bi def û zirneyê ve piştgirî dan nobedariyê.
Şaredarê Afşînê Mehmet Fatîh Guven spasiya mixtaran û welatiyan kir ku ew beşdarî nobedariya demokrasiyê bûn.
Guven wiha axivî: "Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan roja ewil heta niha behsa Tirkiyeyeke mezin dike, ev gotina wî belasebeb nîne. Tirkiye wê wek berê wê edaletê belavê hemû dinyayê bike û wê nîzamê pêk bîne. Serfermandarê me her tim vê gotinê dibêje."