Nihat Kavşut
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
AMASYA
Li Merzîfona navçeya Amasyayê otobêsa rêwiyan qelibî û di qezayê da 6 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a bi plaqeya 52 DG 448 ya Îhsan Guleryuz diajot û ji Stenbolê diçû Samsunê li texma Kayaduzuyê qelibî şerempolê.

Hat destnîşankirin gelek ambulans û ekîb şandin ciyê bûyerê û di qezayê da Guleryuz û ji rêwiyan Tugçe Duran, Murat Eyî û 3 rêwiyên navê wan nayê zanîn mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê Merzîfonê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sabuncuoglu Şerefeddîn ya Zanîngeha Amasyayê, Nexweşxaneya Dewletê ya Suluovayê û Nexweşxaneya Dewletê ya Havzayê.
Ji bo tesbitkirina nasnameya kesên birîndar xebat dewam dikin.