13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Li Amerîkayê Komeleya Pîşesazên Serbixwe û Karsazan (MUSÎAD) şaxa Amerîkayê ji bo hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê îlanên agahdarkirinê amade kir, lê derket holê ku Dezgehên Metroya Herêma Washingtonê destûr neda ku îlan li rawestgehên tramvay û metroyan va werin daliqandin.
Şaxa Amerîkayê ya MUSÎADê der heqê îlanên ku wan ji bo hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) amade kirin da daxuyaniya nivîskî da.
Daxuyanî bi îmzeya Mustafa Tuncerê Serokê Şaxê va hat dayîn û wiha hat gotin:
"Me wek MUSÎADa şaxa Amerîkayê ji bo agahdarkirina li ser hewla derbeyê îlan amade kirin, lê dezgehên îstasyonên metroyê destûr nedan ku îlan bi panoyan va werin daliqandin. Her çend di navbera wan da peyman heye jî, bi hinceta ku îlan li gor wan 'polîtîk' in, destûra me betal kirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin: "Ev ambargoya ku li Amerîkaya landika demokrasî û azadiyê tê meşandin, bi tu awayî nayê qebûlkirin."