Fatih Gazioğlu
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ANTALYA
Li Serîka navçeya Antalyayê kandêlkirina zebeşan ya ewil li serayan dest pê kir.
Zebeşên ku di serê meha çileya peşîn hatibûn çandin ji 13 nîsanê vir va êdî tên kandêlkirin û wê heta 30 gulanê dewam bike. Li gor texmînan li Antalyayê her sal qasî 450 ton zebeş tê berhevkirin.
Xwediyê zeviyên zebeşan niha kîloya zebeşê di navbera 2 û 2,5 lireyî de difiroşin. Giraniya zebeşekî kêmzêde di navbera 5 û 10 kîloyê de diguhere.
Velî Demîrê ku li navçeya Serîkê xwediyê 12 dekar zeviya zebeşan e daxuyaniyek da û nûçegihanê AAyê û got ku ew ev 17 sal e vî karî dike.
Demîr got çandina hin fêkî û sebzeyan li gorî çandina zebeşan bihatir e û wiha got: "Niha dekarekî ez bacana sor biçînim wê ji min re bihayê wê 3 hezar lireyî derbas bibe. Ev reqam bona çandina zebeşan dike 500 lire. Bihayê bacana sor, kulind û bacanreşkê zêdê ye. Mesrefa zebeşan hem kêmtir e, hem jî hê bi kartir e. Ji ber vê yekê ez wekî berê duyemîn her dem zebeşan diçînime zeviya xwe."
Demîr diyar kir ew her sal di navbera 20 û 25ê çileya paşîn de zebeşan diçîne û di navbera 15 û 20ê nîsanê jî dest bi kandêlkirina wan dikin. Demîr got zebeş di 3 mehan de çêdibin û wiha dewam kir:
"Karker serê sibê dest bi kar dikin. Ji ber germahiya zêde heta nîvro kandêlkirina zebeşan diqede. Zebeşan em barî kamyonan dikin û dişînine halê. Li serayên min di rojekê de di navbera 15 û 20 tonî zebeş tê kandêlkirin. Niha em kîloya zebeş di navbera 2 û 2,5 lireyî de difiroşin û ji vî bihayî gelekî memnun in."