İbrahim Atmaca
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
Bîrecika navçeya Şanliûrfayê ku li qeraxê Çemê Feratê ye, bi kelhenekên ku cisnê wan diqelin, keleha xwe ya dîrokî û xurekên xwe yên bitehm va bala tûrîstan dikşîne.
Şanliûrfa li Tirkiyeyê ji navendên herî girîng ên tûrîzma bawerî û çandê ye. Tûrîstên ku ji aliyê Gazîantebê va diçin Şanliûrfayê, rastî navçeya Bîrecika "durra Feratê" tên.
Kesên diçin navenda navçeya ku li qeraxê Feratê ye, xwe weke ku li bajarokeke qeraxê ne hîs dikin.
Ziyaretvan li ser "Pira Bîrecikê" ya dîrokî ra ku li ser Çemê Feratê ye, derbas dibin û li vê derê behna xwe vedidin, li loqanteyên kêleka çem kibabên bacana reş, kibaba xaşxaşê ya bipatent û masiyên çêm tehm dikin.
Ziyaretvan piştî xwarinê berê xwe didin bakurê navçeyê ku li "Îstasyona Xwedîkirina Kelhenekan" bigerin û kelhenekên ku nifşa wan diqelin û li herêmê wek kolonî dijîn, bibînin.
Tê gotin ku keleha dîrokî ya navçeyê ji dewra Asûriyan maye. Navçe ji bo keleh, xweşikbûna siruşta xwe, ji bo ku li qeraxê Feratê ye, dawiya hefteyê pir tê ziyaretkirin û dixwaze ku di qada tûrîzmê da derkeve pêş.
Qaymeqamê Bîrecikê Kadir Perçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navçe ji her alî va balê dikşîne, ji bo ku seba tûrîzmê derkeve pêş û cihê ku heq dike bi dest bixe, ew hewl didin.
Perçî diyar kir, ji nîşaneyên Bîrecikê kelhenek û xurekên wê heta li dervayî welêt jî tê zanîn û divê her kes van xweşikahiyan bibîne.
Serokê Odeya Rêberên Tûrîstan a Herêmî Muslum Çoban jî got ku potansiyela navçeyên Bîrecik û Xelfetiyê ji aliyê tûrîzmê va girîng in û ziyaretvan xwe li Bîrecikê weke ku li bajarokeke Egeyê bin, hîs dikin.
Çoban destnîşan kir, tûrîstên xwemalî û biyanî yên ku tên herêmê ji bo xurekê navçeyê teqez navçeyê ziyaret dikin û wiha dewam kir:
"Navçeya me ya Bîrecikê ji nuqteyên girîng ên tûrên Mezopotamyayê ne. Hêja ye ku meriv ji bo kelhenekên ku cisnê wan diqele, were vê derê bibîne. Bi xebatan va tûrîzma li vê derê wê xurtir bibe."