Abdullah Tel
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ANTALYA
Li Antalyayê germahî êdî xwe baş dide hîskirin û turîstên xwemalî û biyanî jî him li behrê û him jî di hewzên kêfê da xwe hênik dikin.
Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê germahiya hewayê îro li Antalyayê herî zêde bi qasî 40 pileyî hat pîvandin. Welatiyên ku ji ber germê qeliyan berê xwe dan behrê û parkên avê.
Kesên xwe negihandin behrê hema li navenda bajêr Antalya Aqualand tijî kirin û di hewzên avê da xwe hênik kirin.
Midûrê saziyê Burhan Gumuşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi germbûna hewayê eleqeya turîstên xwemalî û biyanî yên li ser hewzên kêfê jî zêde bû.
Gumuşoglu destnîşan kir ku tevlî hemû peravên behrê parkên avê yên li bajêr jî bi turîst û welatiyan tijî ne û wiha dewam kir: "Turîstên xwemalî û biyanî rojên xwe di van hewzan da derbas dikin."