17 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
ANTALYA
Li Kumlucaya navçeya Antalyayê mîdîbuseke tûrê totî kendal bû û li gorî encamên pêşîn, 2 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Mîdîbusa tûrê ku plaqeya wê 07 LTK 61 e û ji Antalyayê diçû Adrasanê, li tanga Newala Teke ya Çavuşkoya Adrasanê totî kendalekî nêzîkî 25 mêtroyî bû.
Gelek tîmên 112 Hawar û agirkujiyê şandin ciyê qezayê.
Li gorî encamên pêşîn di qezayê da 2 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn. Piştî midaxaleya ewil a tîmên 112 Hawarê, birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk.