17 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
ANTALYA
Li Kumulcaya navçeya Antalyayê mîdîbuseke tûrê totî kendal bû û di encamê da 4 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn.
Mîdîbusa tûrê ya fîrmayeke taybet a ku plaqeya wê 07 LTK 61 e û ji Manavgatê tûrîst dibir Adrasanê, li tanga Newala Teke ya Çavuşkoya Adrasanê totî kendalekî nêzîkî 25 mêtroyî bû.
Piştî qezayê ekîbên AFAD, AKUT, Midûriyeta Herêmê ya Daristanan, agirkujî, cendirme û 112 Hawarê dest bi xebatên xilaskirinê kirin.
Di qezayê da 2 kesên ku di hundirê wesayîtê da bûn, li ciyê bûyerê can dan û 29 kes jî birîndar bûn.
Tevî alîkariya kesên hazir, 29 birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk û herwiha ji 29 birîndaran 2 kes digel her cure midaxaleyî xilas nebûn. Herwisa eşkere bû ku rewşa 2 birîndarên din jî cidî ye.
Qaymeqamê Kemerê Mustafa Cihad Feslihan di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku 2 kes li ciyê qezayê, kes jî li nexweşxaneyê mirin.
Feslihan got ku tedawiya 27 birîndaran dewam dike û herwisa bona kesên ku can dan jî ji Xwedê rehmet niyaz kir.