21 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
MELBOURNE
Li Awistiralyayê erd bi lerza 6,1ê hejiya.
Di daxuyaniya Geoscîence Awistiralyayê da hat diyarkirin ku li 125 kîlometreyî li rojavayê Uluruya ku wek Ayers Rock tê zanîn erd bi lerza 6,1ê hejiya.
Erdhej 10 kîlometreyî di binê erdê da çêbû û hat ragihandin ku zirar bi tu tiştî neket.
Li herêma bakurê welêt jî di 8ê hezîrana 2013an da erd bi lerza 5,8an hejiyabû û tu tiştek bi kesî nehatibû.