Türkan Tosun
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Sibê cara ewil seferên balafiran wê ji Balafirgeha Stenbolê ya ku duh etaba wê ya ewil hat vekirin, dest pê bikin.
Ji bo seferên balafiran bên kirin paqijî û amadehî tên kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh bi beşdariya serokdewletên din Balafirgeha Stenbolê vekiribû.
Li balafirgehê serê sibê pê va paqijî û amadehiyan dest pê kir.
Li gor bernameya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) sibê di saet 11.10an da balafira THYyê ya ku koda wê "TK 2124" e wê ji Balafirgeha Stenbolê rabe ku here Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê (ESB).
Balafira THYyê ya ku koda wê "TK 978" e jî wê ji Balafirgeha Stenbolê rabe ku here Balafirgeha Navneteweyî ya Ercanê ya li Qibrîsê.
Di vê çarçoveyê da li termînalên Balafirgeha Stenbolê ji bo van seferan amadehî îro jî dewam dikin.
Platform, alav û amurên ku duh ji bo merasimê li balafirgehê hatibûn bicihkirin tên rakirin û paqijî tê kirin.
Xebatkarên THYyê hatin kontuaran û amadehiyên xwe kirin.
Li ber deriyan û cihên din xebatkarên ewlehiyê nobedê digrin û amadehiyan dikin.