29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
BARTIN
Li Bartinê di encama qulibîna otobusekê da 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 74 DB 666 û ajovanê wê jî Hulusî Esen e û ji navçeya Amasrayê diçû navenda bajêrî, li tanga Karaçayê qelibî. Li ser îxbarê gelek ekîbên agirkuj û hawarçûnê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Ajovan û rêwî Fîlîz Firat li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest dan.
5 kesên ku di qezayê da birîndar bûn jî bi destê 112 Servîsa Bilez sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê kirin.
Ji birîndaran Nurbol Kusphan (21) li nexweşxaneyê digel midaxaleyê xilas nebû û jiyana xwe ji dest da.