29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ESKÎŞEHîR
Muzîkjen Umut Murare berhema xwe ya bi navê "Canê Min Heleb" ku ji bo xelkê Sûriyeyê çêkir, bi tirkî, erebî û îngilizî got.
Murareyê ku qedera 20 salan e besteyan çêdike û îlahiyan dibêje, ji peyamnerê AAyê ra got ku wî xebata xwe ya bi navê "Canê Min Heleb" bona zarokên bêguneh ên ku ji malên xwe, welatê xwe, malbatên xwe bûn, bi awayekî wehşî hatin kuştin û herwiha bona dayikên gîryan û bavên bêçare çêkir.
Murare diyar kir ku wî berhema xwe li ser medyaya civakî parve kir û herwiha berhema wî gelekî hat ecibandin û temaşekirin û wiha xeberda, "Hin welatên dinyayê li hemberî zilma li Helebê rola sê meynûnan dilîzin. Li hemberî van jî divê hemû misilman çi ji destê wan tê bikin û ji şer ra bêjin 'Na'.
Murare got ku divê tu kes li hemberî agirê ku li Helebê ketiye, malbatên ku xirabûne, tevî zar û zêç qetlîamên ku tên kirin bêdeng nemîne û wiha got, " Min ji bona wan dikaribû bi destê xwe û zimanê xwe besteyekê çêkim. Tiştên ku li Helebê diqewimin dilê me dişewitîne. Daxwaza me ji Xwedê ew e ku hêsîrê însanên bêguneh bisekinin."