01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
İSTANBUL
Li Xaçerêya Kadîfeyê ya Bayrampaşaya Stenbolê di encama teqîna bombeya ku danîbûn li kêleka rê kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, piştî teqîna li Xaçerêya Kadîfeyê polêsên pisporê ên girêdayî midûriyeta şûbeya lêkolîna cihê bûyerê û îmhakirina bombeyan li herêmê lêkolîn kirin.
Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku teqîn ji ber bombeyeke ku danîbûn kêleka rê çêbû. Hat ragihandin ku cureya bombeyê piştî ku bi hûrgulî li ser parçeyên cihê bûyerê lêkolîn hat kirin dê bê tespîtkirin.
Di qeydên kamereyên ewlehiyê yên dora cihê bûyerê de tê dîtin ku demek kurt beriya teqînê mîdîbuseke hêzên çevîk ji rê re derbas dibe. Li ser wê îxtimalê disekinin ku êrîşa bi bombe li ser wesayîta polêsan e.
Di vê navberê de ekîbên polêsan ji bo girtina gumanbarê jî ku beriya teqînê li cihê bûyerê xuya û eşkalê wî hat diyarkirin li herêmê xebat dan destpêkirin. Firokeya polêsan jî piştgirî da xebatên lêgerînê.
- Ji Waliyê Stenbolê daxuyanî
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn der barê teqîna li Bayrampaşayê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku li Xaçerêya Kadîfeyê teqînek çêbû û kesek birîndar bû.
Walî Şahîn got ku "Ji ber ku (bûyer) li navenda çapemeniyê ye, li ciheke gelekî qerebalix bû di serî de wekî teqîneke gelekî mezin hat nîşandan lê şikir ji Xwedê re tu kes nemir."
- Birîndarek li nexweşxaneyê tê dermankirin
Di vê navberê de Adnan Yalçinê (36) ku di teqînê de birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê. Hat ragihandin ku rewşa birîndarê ku tê dermankirin baş e.
Dan zanîn ku ji ber teqînê di hin wesayîtan de xisar çêbû, camên hin avahiyên li hawirdor jî şikestin.