Haydar Şahin
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
VAN
Şaredariya Îpekyoliyê ya bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezifedarî hat kirin ji bo pêşxistina tûrîzma binê avê xwendingeha xozneberiyê vekir, 200 kesên beşdarî qursê bûn firsend dîtin ku binê ava Behra Wanê bibînin.
Behra Wanê ya xwediyê xweşikahiyên tebiî û dîrokî ye bi ava xwe ya zelal va balê dikişîne. Ji bo behra Wanê bibe navenda tûrîzma binê avê xebat dan destpêkirin.
Behra wanê ya ku bi xweşikahiyên xwe va ziyaretvanan şaş û metel dihêle bi ava xwe ya hêşîn va jî ji xozneberan ra malxwedîtiyê dike.

200 kesên beşdarî xwendingeha xozneberiyê ya Şaredariyê vekiribû bûn mîkrobiyalîtên wekî "kevirên cinan ên binê avê" yên herî mezin ên dinyayê tên zanîn, masiya teze hat keşfkirin, keştiya binavbûyî ya Ûrisan û încî kefala li dinyayê bi tenê di Behra Wanê da dijî dibînin.
Ji nika va ji nav û dervayê welêt daxwaz tê ku li bajêr çalakiyên xozneberiyê bikin.

- "Em dixwazin binê ava behrê bi dinyayê bidin nasîn"
Cemîl Ozturkê Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Îpekyoliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo 50 şaxên cuda qurs vekirin û tevkariyê didin çalakiyên çandî û civakî.
Ozturk destnîşan kir ku ji bo binê ava Behra Wanê bidin nasîn xwendingeha xozneberiyê vekirin û wiha pê da çû:
"Hem ji Wanê hem jî ji bajarên dorberê eleqeyeke mezin heye. Wan bajarê tûrîzmê ye. Em dixwazin tevkariyê bidin bajarê tûrîzmê. Îmkana tûrîstên xwecî û biyanî heye ku xweşikahiyan bibûnin. Em dixwazin van xweşikahiyan zêde bikin. Dibê bi awayê herî baş Behra Wanê ji bo tûrîzmê bi kar bînin. Ji bo vê jî em dixwazin binê ava behrê bi dinyayê bidin nasîn."
- "Ji Japonya û Ermenistanê daxwaz hene"
Serkan Okê perwerdekarê xozneberiyê got demeke dirêj e li Behra Wanê lêkolînan dikin û di vê çarçoveyê da firsendê didin ziyaretvanan ku mîkrobiyalîtên wekî "kevirên cinan ên binê avê" yên herî mezin ên dinyayê tên zanîn, masiya teze hat keşfkirin, keştiya binavbûyî ya Ûrisan û încî kefala li dinyayê bi tenê di Behra Wanê da dijî bibînin.
Ok diyar kir ku piştî agahiyên teorîs agahiyên pêkanînê didin û wiha pê da çû:
"Di Behra Wanê da mîkrobiyalîtên dişibin kevirên cinan ê li Nevşehirê hene. Dibê em vê ji tûrîzma xozneberiyê ra vekin. Me di vê çarçoveyê da xwendingeha xozneberiyê vekir. Di demeke kin da ji bajarên dorberê gelek kes beşdarbûn. Ji Japonya û Ermenistanê jî daxwaz hene. Ji bo pêşxistina tûrîzmê xozneberiyê çi ji destê me tê em dikin. Dema xozneber mîkrobiyalîtên di binê avê da dibînin şaş û metel dimînin. Êdî li Behra Wanê tûrîzma xozneberiyê dest pê kir. Ji xwendingehên xozneberiyê yên Enqereyê û gelek bajarên din gelek kes dixwazin werin Behra Wanê."
Zekeriya Çelîkê Midûrê Karên Çandî û Civakî yê Şaredariya Îpekyoliyê jî got li gor şaredariya civakî tevdigerin û ji bo vê projeyên girîng amade dikin.