24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
ADANA
Li otoparka Walîtiya Edeneyê di wesaîtekê da teqîn çêbû.
Li gor agahiyan li walîtiyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn teqîn çêbû.
Hat destnîşankirin ku ji ber teqînê agir bi wesaîtên din jî ket û di avahiyê da xisar çêbû.
Hat destnîşankirin ku gelek ambulans û tîmên agirkujiyê şandin ciyê bûyerê û kesên ku ji ber teqînê birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
– Waliyê Edenê Mahmut Demirtaş der barê teqînê da daxuyanî da
Waliyê Edenê Mahmut Demirtaş der barê teqîna ku li otoparka Walîtiyê çêbû da wiha got: "Di saet 08.05an de li otoparkê nêzîkî meqama Walîtiyê wesayît diteqe. Tê texmînkirin ku êrîş ji hêla jinekê ve hatiye kirin. Di teqînê da 2 welatî mirin û 16 kes birîndar bûn."
Demirtaş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku teqîn di wesayîteke ku pleqeya wê 33 ye de çêbû.
Walî Demirtaş destnîşan kir ku der barê wesayîtê de heta niha tu qeyd tuneye û wiha axivî: "Di saet 08.05an de li otoparkê nêzîkî meqama Walîtiyê wesayît diteqe. Tê texmînkirin ku êrîş ji hêla jinekê ve hatiye kirin. Di teqînê da 2 welatî mirin û 16 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê."
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê daxuyand ku Serokwezîrtiyê der barê teqîna li ber otoparka Walîtiya Edenê de ji bo weşanê qedexeya berwext îlan kir.