Ekip
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
MUGLA
Serokwezîr Yildirim der barê erdheja Egeyê da axivî û wiha got: "Piştî erdhejê tespîta teqez wiha ye, li Bodrûmê 3 avahiyên xalî û xirabûyî yên ku nayên xebitandin hene. Di 32 avahiyan da jî xesareke giran çêbûye û ji bilî van jî xesareke din tuneye."
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo beşdarbûna Festîvala Çandê ya Turkmenên Yoruk a 19emîn hat Muglayê. Yildirim li Balafirgeha Dalamanê ewil der barê erdheja li Behra Egeyê çêbû de ji rayedaran agahî hilda û paşê daxuyaniyek da rojnamevanan.
Yildirim da wiha got:
"Piştî erdhejê tespîta teqez wiha ye, li Bodrûmê 3 avahiyên xalî û xirabûyî yên ku nayên xebitandin hene. Di 32 avahiyan da jî xesareke giran çêbûye û ji bilî van jî xesareke din tuneye. Saziyên me AFAD û Kizilayê derhal midaxeleyê erdhejê kirin û amadehiyên xwe kirin. Tîmên me bilez hereket kirin û serî da derhal 400 kon, hin jenerator melzemeyên din gihandin cihê bûyerê. Ji bo Yewnanistan û gelê Yewnanistanê derbasî be. Cîran di êşan da şirîkê hev in, di kêfan da şirîkên hev in. Ji ber vê jî divê mirov jan û kedera cîranê xwe parve bike. Ev yek pêwîstiya cîrantiyê ye. Ji gelê yewnan ra jî derbasî be. Bi vê wesîleyê em ji rêvebirên wan ra jî silav dişînin. Em dibêjin Xwedê careke din memleketê me bi afatên wiha îmtihan neke. "