22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
KERKÛK (AA) - Li Hewîceya navçeya Kerkûkê ya ku di bin kontrola DEAŞa rêxistina terorê de ye, teqwiyeya hêzên milîs ên Heşda Şebiya şîî, bû sedema berteknîşandana pêşmergeyan.
Berpirsê Herêma Rojhilata Kerkûkê yê Hêza Pêşmerge Kemal Kerkûkî di daxuyaniya xwe de ji nûçegihanê AAyê re got, "Em qet naxwazin ku hêza Heşda Şebî di sînorên Kerkûkê de bibînin, hîç pêwîstî bi wan tune ye."
Kerkûkî anî ziman ku ji bo operasyona Hewîceyê pêdivî bi piştgiriya Heşda Şebiyê tune ye û wiha pê de çû:
"Pêdivê ew herêmên ku ketinê de terk bikin. Hem ji bo operasyona Hewîceyê û hem jî ji bo berterefkirina tehdîdên DEAŞê li ser herêmên din, pêşmerge herdem amade ye.
Ji aliyekî din ve Fermandarê Hêza Beşîr a Heşda Şebiyê Îsam Beşîrî jî destnîşan kir ku li Xûrmetûyê û herêma Beşîr ên Kerkûkê Tugaya 2yemîn û Alaya 3yemîn a Heşda Şebiyê bi cih bûye û anî ziman ku DEAŞa rêxistina terorê li ser sînorên hinek cihên sivîlnişîn bi cih bûye.
Beşîrî wiha jî got, "Operasyona Hewîceyê, ji bo gelekî giring e û emê pê tehdîdat terorê ji herêma xwe berteref bikin. Herwiha axa me di destê DEAŞê de maye, divê em rizgar bikin."