13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bîngolê Yakup Sari got, "Li Bîngolê ji sedî 5ê xwendekaran yanê 2 hezar xwedekarî dersa zazakî hilbijart. Ji 6 mamosteyên dersa zazakî yên li Tirkiyeyê 5ê wan li Bîngolê ne.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bîngolê Sari Dibistana Navîn a Yêşîlyurtê ya ku xwendekaran herî zêde eleqe nîşanî dersa zazakî dan ziyaret kir û bi xwendekaran ra kete dersê. Sari demekê bi xwendekaran ra axivî û diyar kir ku li Dibistana Navîn a Yêşîlyurtê 500 xwendekar dersa zazakî dibînin.
Sari diyar kir ku di dîtina çavkaniyên dersa zazakî da pirsgirêkên wan hene û li ser çareserkirina vê mijarê dixebitin.
Sari got hêviya wan ew e ku zimanê zazakî bi awayekî baş bigihînîn pêşerojê û wiha axivî: "Ez ji ciwanan rica dikim bira vî zamanî teqez hîn bibin û bi awayek nivîskî ji nifşên pêşerojê ra bihêlin. Zimanekî zehf mihîm e, zimanekî dîrokî ye û 1000 sal emrê vî zimanî heye, çanda me ya qedîm nîşan dide."
Sari destnîşan kir ku li bajarê wan 5 mamosteyên dersa zazakî wezîfeyê dikin û wiha pê da çû:
"Li Bîngolê ji sedî 5ê xwendekaran yanê 2 hezar xwedekarî dersa zazakî hilbijart. Bi taybetî jî Dibistana Navîn a Yêşîlyurtê bû wek baregeha dersa zimanê zazakî. Qasî 500 xwedekarên me li xwendingehê dersa zazakî hilbijart. Ev qasî 20 xwendingehên meye. Ez difikirim ku eva zimanê me yê ji bo çanda me di navbera paşeroj û pêşerojê da bibe pireyeke mihîm. Nika li Tirkiyeyê 6 mamosteyên vê dersê hene, yekê wan li Stenbolê ye 5ê wan li Bîngolê ne. Ji 6 mamosteyên dersa zazakî yên li Tirkiyeyê 5ê wan li Bîngolê ne. Em li bendê ne ku di sibatê da gelek mamoste tayînî bajarê me bibin."
Melîke Burkeka ku di pola 6an da dixwîne got ku zazakiya ku di malbatê da hîn nebibû nika li xwendingehê hîn dibe.