Önder Beyter
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
BOLU/DUZCE
Li Otorêya Anadoluyê û Rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê berf dibare.
Barana ku bi şev dest pê kir, destê sibê li Xaçerêya Abantê ya Otorêya Anadoluyê, li Tunela Çiyayê Boluyê, li aliyê viyadukan, li Rêbejaya D-100ê jî li tanga Abant û Elmalikê û herwiha li aliyê Duzceyê jî li tanga Karalikdere, Bakacak û Taşaltiyê vegerand berfê.
Ekîbên rêbejayê li herêmê xebatên xwe yên paqijkirina berfê û rêxwêkirinê didomînin. Li guzergeha ku barîna berfê dewam dike, di çûn û hatinê da heta niha astengî çênebû.
Ekîbên trafîqê ku li Otorêya Anadoluyê û Rêbejaya D-100ê tanga Çiyayê Boluyê peywirê dikin, ajokaran hişyar dikin ku li hemberî barîna berfê û cemedê baldar bin û herwiha mesafeyê di navbera xwe da bihêlin, zêde bilez neçin û guh bidin işaretên trafîqê.
Di vê navberê da li navenda bajarê Boluyê jî binavber şilope dibare.