Haydar Şahin
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 15 Sibat 2019
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê duh bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da 22 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin li herêmê hewa ew ê ewrsayî û sayî be.
Bi şev germahiya hewayê li Îdir û Erzincanê di binê sifirê da 4, li Agiriyê di binê sifirê da 10, li Erziromê di binê sifirê da 14, li Qersê di binê sifirê da 20 û li Erdexanê di binê sifirê da 22 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdir û Erzincanê 7, li Erzirom, Qers û Agiriyê di binê sifirê da 2 û li Erdexanê di binê sifirê da 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 27, li Erziromê 21, li Erdexanê 12 û li Qersê 8 santêm hat pîvandin.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berê li Palandokena Erziromê 92, li Ergana Erzincanê 90, li Qonaxliya Erziromê 89, li Sarîqamîşa Qersê 80 û li Yalnizçama Erdexanê 25 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo aşît û cemedê baldar bin û beyî tevdîr nemînin.