Haydar Şahin
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ŞIRNAK
Di çarçoveya projeya "Li Jiyanê Rêça Xwe Bihêle" ya Şaredariya Cizîra navçeya Şirnexê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezifedarî kir da ew ê hezar malbatên ku teze ji wan ra zarok bûne werin ziyaretkirin.
Faîk Aricanê Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Cizîrê di çarçoveya projeya "Li Jiyanê Rêça Xwe Bihêle" da 10 malbatên ku teze ji wan ra zarok bûne ziyaret kirin, zêr bi wan vekir û hin amûrên zarokan diyarî kirin.
Arican ji malbatan ra got Xwedê emrê zarokên wan dirêj bike û diyar kir ku ew ê di çarçoveya projeyê da hezar malbatî ziyaret bikin.
Arican wiha axivî: "Armanca vê projeya şaredariya me ew e ku malbatên me kêfxweş bibin û ev ji bo wan wekî serpêhatiyeke baş bimîne."