Fatih Gazioğlu
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê Xerabreşka ku dîroka ku wek "navenda perestgeha herî kevin ya dinyayê" tê zanîn, 15 perestgehên mega û ji 200an jî zêdetir kêlên nû hatin tesbîtkirin.
Hîndekarê Bêşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Harranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew spasiya wan kesan dike bûne wesîle ku Xerabreşk bikeve "Lîsteya Berwext ya Mîrateyên Dinyayê" ya UNESCOyê.

Onal got ku Xerabreşa Şanliurfayê ji bo dîroka dinyayê ciyekî gelekî girîng e û bona parastina vê herêmê ku ji nifşên nû ra bimîne tişta ku ji destê wan tê wê bike.

Onal got ku li gor texmîna wan xebatên arkeolojîk yên ku li herêma Girê Mirazê tên kirin wê qasî 150 salan dewam bike û wiha axivî:

"Xebatên me yên li Xerabreşkê berê 25 salan destpê kiribûn. Li gor mezinahiya herêmê xebatên arkeolojîk dibe ku 150 sal din jî dewam bikin. Erdê niha turîst digerin me bi baneke estetîk va serê wê girt. 4 perestgehên mega niha vekirî ne û turîstên dixwazin dikarin bigerin. Piştî kolandinên arkeolojîk qediyan gelek taybetiyên nû wê derkevine holê."