23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo astengdaran di mehê da 60 caran siwarbûna otobêsan bê pere bû, lê bi telîmata Qaymeqam Cumalî Atîlla ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) va wek Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê hat wezîfedarkirin, êdî siwarbûna bêpere ya astengdaran bê sînor e.
Atîlla ji bo xizmeta ku gel li bendê ye xebatan didomîne.
Di çarçoveya xebatan da hat tesbîtkirin ku ji bo astengdaran mehê 60 caran siwarbûna bêpere, têrê nake.
Li ser telîmata Qaymeqam Atîlla di çarçoveya biryara ku di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da hat dayîn da ji b o astengdaran qartê otobêsê yê bê pere êdî bê sînor e.