Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê berhevkirina zebeşan ên ku berê bi hêştiran dibirin, bi şûran dibîrin dest pê kir.
Zebeşên Diyarbekirê yên bi nav û deng in li geliya Çemê Dîcleyê li ser eraziyeke kevir û hîz lê heye tên reşandin û bi zîrça kewan ve tên gubrekirin.
Piştî ku zebeş mezin dibin êdî berhevkirina wan dest pê dike. Demên berê zebeş hêştiran bar dikirin, lewra ew pir mezin û giran bûn.
Li bajêr berhevkirina zebeşan dest pê kir, ew êdî li ser dezgehan tên firotin.
Adil Aydinê ku li Sînana gundê Bismilê li ser qadeke 50 dekarî cotkariya zebeşan dike ji nûçegihanê AAyê ra got hemû mesrefên zeviyê Şaredariya Bismilê dide.
Aydinê ku 41 sal e karê zebeşan dike got taybetmendiya zebeşê Diyarbekirê ew e ku ew li ser axeke kevir û xîz lê heye tê reşandin, aşiya kundiran van zebeşan naxin û ew bi zîrça kewan va tên gubrekirin.
Aydin got li Diyarbekirê hê cureyên pembe û surme yên zebeşan heye û wiha dewam kir: "Giraniya zebeşên surme di navbera 30-65 kîloyan de ye. Em toximê wê vedişêrin, yanê toximê me ye, ne hîbrît e. Zebeşê pembe jî dîsa yê me ye, giraniya wî di navbera 8-25 kîloyan de ye. Em niha yên pembe berhev dikin. Ev zebeş dema tu dixwî di devê te da tahma şekir dihêle. Ji hêla şifa û lezetê va em zebeşê pembe pêşniyar dikin."
Aydin got di meha nîsan û gulanê da barana ku barî tesîreke baş li ser zebeşan kir û wiha axivî: "Îsal me li ser qadeke 50 dekarî zebeş reşand. Feydeya baranê li ser zebeşên ku me li qeraxê reşandibûn çêbû. Îsal em bendê ne ku serê dekarê 10 ton zebeş derkeve."