İbrahim Atmaca
07 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
DIYARBAKIR
Nûnera Bajarê Diyarbekirê ya Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) Ozlem Vuranê got, "Em ji bo ku li ser pirsgirêkên jinan bisekinin û jinan ji xerabiyê biparêzin, dixwazin polîtîkayên munasib çêkin."
Nûnertiya Bajêr a KADEMê ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakî li dar xist û jinên wek cotkar, mixtar, werzişvan ên astengdar û eqrebayên şehîdan û sektorên cuda cuda hatin bal hev.
Çalakî bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê va dest pê kir û bi xwendina Qur'ana Pîroz û diakirina seba şehîdan va dewam kir. Di çalakiyê da helbestvana Diyarbekirî Nesrîn Erdogmuşê helbesta Sezaî Karakoç û helbesta xwe xwend.
Nûnera Bajarê Diyarbekirê ya KADEMê Ozlem Vuranê jî di çalakiyê da xeberda û diyar kir, di nav pêvajoyê da ji bo ku jin tevlî jiyana civakî bibin, projeyên baş ketin rewacê.
Vuranê diyar kir komeleya wan ji aliyê mafên mirovan va li mafên jinan dinêre û mijarên jinan divê bi dewletê ra were nîqaşkirin û ji bo vê jî pêdivî bi platforman heye. Vuranê got ku li 30 bajarî nûnertiya komeleya wan heye.
- "Di her qadê da pêdivî bi jinan heye"
Vuranê destnîşan kir, mebesta wan ew e ku ji her aliyên civakê jinan bînin bal hev û diyar kir ku ji bo pêşketina demokrasiyê pêdivî bi jinan heye.
Vuranê wiha xeberda:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo her qadê pêdivî bi jinan heye. Em dixwazin bi jinan ra derkevin rê û gavên baş bavêjin. Jin damarê sereke yê jiyanê ye. Jin meseleya merivbûnê ye. Diya şehîd e ku darbesta şehîd hembêz dike û ser da digrî. Jin ew e ku di Şerê Rizgariyê da dergûş li piştê, gule di dêst da ye. Em ji bo ku li ser pirsgirêkên jinan bisekinin û jinan ji xerabiyê biparêzin, dixwazin polîtîkayên munasib çêkin. Em dixwazin ku cihê jinê di civatê da çi be, heqê wê bidinê."
Ayşe Guzelogluya jina Walî Hasan Basrî Guzeloglu û Lutfiye Atîllaya jina Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Cumalî Atîlla jî beşdarî çalakiyê bûn.