10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 11 Mijdar 2015
Li ser rêya Diyarbekir-Sîlwanê di derbasbûna wesayîta bizirx a ku personelê leşkerî tê de bûn, teqemeniya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê va li ser rê hatibû çalkirin, teqandin û di encamê da 6 esker birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, li ser rêya Diyarbekir-Sîlwanê li tanga Bagdereyê dema ku wesayîta bizirx a ku tê de personelê leşkerî hebû derbas dibû, teqemeniya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê va li ser rê hatibû çalkirin, teqandin.
Ji ber şideta teqînê 6 leşkerên di hundirê wesayîtê de birîndar bûn.
Ekîbên 112 Servîsa Bilez leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê.