Abdullah Tel
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbakirê "9emîn Fuara Rojhilatê ya Çand, Heywandarî, Mirîşkvanî û Endustrîtiya Şîr" wê sibê bi merasîm ji bo ziyaretvanan bê vekirin.
Bi hevkariya TUYAP, Yekîtiya Îmalatkarên Makîne û Amûrên Çandiniyê, Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê, Yekîtiya Navenda Kooperatîfên Krediya Çandiniyê, Yekîtiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê, Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Diyarbekirê, Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê, Borseya Bazirganiyê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşesazên Diyarbekir û KOSGEBê va fuar sibê wê li Navenda Fuara Diyarbekirê ya TUYAPê dest pê bike û heta 8ê Nîsanê dewam bike.
Midûrê Herêma Diyarbekirê yê TUYAPê Mehmet Velat Ektîrîcî tevlî nûnerên saziyên ku piştgirî dan fûarê li otêlekî civîna çapemeniyê lidarxist û got ku li gor par hejmara beşdarvanan zêde bû û îsal 122 fîrma wê li qada fuarê standên xwe vekin.
Ektîrîcî destnîşan kir ku nûnerên fîrmayên derveyên welêt ên li Tirkiyeyê ne jî wê beşdarî fuarê bibin û li gor texmînan hejmara ziyaretvanan jî wê gelek zêde bibe. Tê payîn ku ji Îran û Iraqê jî gelek ziyaretvan bên fuarê.
-Birincê Qerejdaxê hat tescîlkirin
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê Bajêr Mustafa Ertan Atalar jî got ku li bajêr çandinî heye û bi saya vê jî li herêmê di qada çandiniyê da pêşketinên cidî hene. Ji bo dexl û dan jî Atalar got ku ew bi saya xebatên enstîtu, zanîngeh û sektorên taybet birêva dibin li gor salên berê zêdetir e.
Atalar ragihand ku êdî "Birincê Qerejdaxê" jî wek "Zebeşê Diyarbekir", "Penêrê bikezî" û "Qedayifa Badayî" ya li ser navê bajêr bi Belgeya Tescîla Îşaretê ya Erdnigariyê hat pesendkirin.
Di vekirina fûarê da ji bo tescîlkirina Birincê Qerejdaxê jî wê merasim bê kirin.