Muhammet Kurşun
03 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
DİYARBAKIR
Li Hênêya Diyarbekirê êrişên rêxistina terorî PKKê bi mitîngekê hat prostestokirin.
Şehîdên 15ê Tîrmehê, Platforma Mexdûrên Terorê û Xaziyan, Gundparêzên Ewlehiyê yên Anadoluyê û Konfederasyona Malbatên Şehîdan, bi beşdariya hezarên welatiyan mitînga "Lanet li Terorê Rêz ji Şehîdan re" li dar xistin.
Di mitîngê de welatiyan aciziya xwe li dijî PKKyê nîşan da û alaya Tirkiyê hildan.
Di mitîngê de herwiha dirûşmên wek "Qehr li PKKyê be", "Ya Ellah Bismillah Ellahû ekber", "Qehr li FETO, PKK û hevkara wan HDPyê be" berz kirin.
Herwiha Quran hat xwendin û ji bo şehîdan sekna rêzgirtinê hat kirin.
Serokê Gundparêzên Ewlehiyê yên Anadoluyê û Konfederasyona Malbatên Şehîdan Ziya Sozen di mitîngê de axaftinek kir û diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe û rêxistinên terorî yên wek PKK, FETO û DEAŞ hewl didin çokê li Tirkiyê bitewînin.
- "Hûn dijminên kurdan in"
Sozen anî ziman ku PKK dijminê kurdan e û ew wek kurmanc û zazayan lanetê li PKKyê tînin.
Ew wiha axivî: "Xaînên ku li ber dijminên me serî tewandine 35 sal in li ser navê parastina heqê kurmanc û zazayan taşerontiya hêzên emperyalîst dikin. Em ji Diyarbekirê careke din gazî rêxistina terorî PKKyê û berdewamiya wê ya siyasî dikin: Hûn qetiyen ne kurd in, ne misilman in. Hûn marksîst, lenînîst û ateîst in. We bajar, navçe, gund, camî û mektebên me şewitandin. We bebekên me yên di pêçekê de qetil kirin. We ev li ser navê parastina heqê kurdan kirin. Hûn dijminên kurdan in."