16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya ku ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê li 18 taxên Licêya navçeya Diyarbekirê hatibû îlankirin hat rakirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku operasyona li dorberê Licê ji bo derdestkirina terorîstên ku di nav wan da rêvebirên payebilind ên rêxistinê jî hene û alîgirên wan, îmhekirina sitargeh, baregeh, depo û kozikên balafirşikênan û girtina amûrên jiyanê dabûn destpêkirin dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê gel di 5ê adarê saet 05.00an da li 18 taxên Licê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û heman qedexe ji 16ê adarê saet 07.00an pê va hat rakirin.