16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ÎSTANBUL
Der heqê hewla derbeya 15 tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da, ku li Bagcilarê Dogan Medya Center hat îşxalkirin û weşana wê hat birîn û di bûyerên derketin da kesek şehît bû, îdianame hat amadekirin û ji bo 5 jê birutbe 19 gumanbaran da cezayê heta hetayê yê sê caran girankirî û her yekî 15 sal cezayê hebsê hat xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Buroya Sûcên Terorê û Rêxistinî, der heqê dagirkirina Dogan Medya Centerê û şehîtkirina kesekî da lêpirsîn kuta kir.
Li gor îdianameya dozgeriyê, 3 jê girtî ji bo 19 gumanbaran da cezayê heta hetayê yê sê caran girankirî û her yekî 15 sal cezayê hebsê hat xwestin
Serdozgeriyê îdianame pesend kir û ji 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ra şand.
Bi vê îdianameyê va hejmara îdianameyên ku li Stenbolê ser hewla derbeyê hat amadekirin, bû 14.