Haydar Şahin
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî semîner li dar xist.
Ajokarên wesayîtên birîn û anîna komî ya şaredariyê jî beşdarî semînera ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Diyarbekirê hat lidarxistin bûn.
Personelên pispor ên Navenda Pêşîlêbirîn û Şopandina Tundiyê ya Midûriyeta Bajêr ê Polîtîkayên Malbat û Civakî li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê semîner dan û mijar nirxandin.
Di semînerê da hat gotin ku ji bo têkoşîna dijî tundiya li ser jinan dibê hemû kesên civakê bixebitin û bi her awayî têkoşînê bidin.
Di semînerê da qala zewaca zû û encamên wê jî kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka zewaca zû jî hin pêşniyaz hatin kirin.