16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Çermûka navçeya Diyarbekirê di navbera du malbatan da şerê biçek derket. Di şer de 3 kes mirin.
Li gorî îdiayan li gundê Yabanardiyê li ber deriyê dibistana Yabanardiyê di navbera du malbatan da ku tê gotin merivê hev in, ji ber sedemeke ne diyar şer derket.
Di şer da Abdulrezzak (68) Şehmûs (32) û Îdrîs Yildiz birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.
Ji birîndaran Abdulrezzak, Şehmûs û Îdrîs Yildiz digel hemû midaxeleyan li nexweşxanê mirin.
Der barê bûyerê da M.Y û T.Y. hatin binçavkirin.