21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê di pêşengtiya saziyên civaka sivîl da "Meşa Lanet li Terorê Rêzgirtin Bona Şehîdan" hat lidarxistin.
Gelek welatî beşdarî meşa li navçeya ku lê Qaymeqam Muhammet Fatîh Safiturkê Cîgirê Şaredarê Dêrikê, ji aliyê mensûbên rêxistina terorê PKKyê va hatibû şehîdkirin, bûn.
Welatî digel alayên Tirkiyeyê û pankartên ku li ser "em terorê lanet dikin" nivîsadî, li ber baregeha Serokatiya AK Partiyê ya Navçeyê kom bûn û durişmên cuda cuda berz kirin.
Berdevkê Odeya Ziretê ya Dêrikê Osman Temellî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku kesên ji werza aramî û biratiya Tirkiyeyê xweş nînin, van êrîşên terorê dikin.
Temellî di axaftina xwe da êrîşên terorê şermezar kirin.
Temellî got ku kesên dixwazin Tirkiye bikeve demsala aloziyê, dê bi ser nekevin û armancên wan dê di ber wan da bimînin û wiha xeberda, "Divê em bi şêweyeke biryardar helwesta xwe ya şikandin û têkbirina lîstikên dijî welat, yekîtî û biratiya me, bidomînin."
Temellî wiha got:
"Wek millet êşa me, şîna mû û helwesta meya dijî terorê hevpar e. Kula kesî ji kesî zêdetir nîne, em ê kula xwe parve bikin û şîna xwe bixwe bikin. Tirkiye wê bi millet û dewleta xwe va wê helwesta xwe bi biratî û yekîtiyê bide nîşan. Rihê Çanakkaleyê wê cardin were tescîlkirin û milletê lîstikan têk bibe."
Serokê Konfederasyona Qoriciyên Ewlehiyê û Malbatên Şehîdan ya Anadoluyê Ziya Sozen jî got ku Qaymeqam Safîturk di serî da, Xwedê rehma xwe hemû şehîdan bike.
Sozen got, "Yên ku gule berdan qaymeqam û şehîdên me yên din, hemî rêxistinên şer û terorê lenet dikin. Gelê Dêrikê tu carî li ber teror û terorîstan çok venedaye, wê ji vir û şûn da jî venede. Safîturkek dimire hezar divejin." û wiha dewam kir:
"Li bajar û navçeyan welatiyan ala hildan destê xwe li cem Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Komara Tirkiyeyê sekinîn û nîşan dan ku ew ê histûyê xwe li ber terorê û hêzên li derva yên li pişta wan xwar nekin. Em ji Dêrikê bangî hemû dinyayê bikin ku em ê teslîmî rêxistinên terorê nabin."
Sozen diyar kir ku welat ji demeke zor derbas dibe kurd, tirk, zaza, ereb her kes bûye yek û bira ne û wiha got: "Hûn çiqasî hewl bidin ku me parçe bikin, em ê ji vê zêdetir hevdu bigrin."
Piştî daxuyaniyê kom ber bi Kolana Mezidaxiyê meşiya û meş li pêşiya avahiya AK Partiyê temam bû.
Li vê derê ji bo şehîdan helwesta rêzê nîşan dan û Sirûda Neteweyî ya Îstiqlalê xwendin. Paşê ji bo Safîturk û kesên ku di êrîşên terorê da şehîd ketin dia kirin.
Qaymeqamê Dêrikê hakan Kafkas, Şaredarê Payasa Hatayê bekir Altan, Serokê Navçeya Dêrikê yê AK Partiyê Suleyman Temellî jî tevlî meşê bûn.